Li gorî agahiyan, der barê krîza navbera Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê ya li ser deriyên sînor û balafirgehan ku piştî referandûma 25'ê Îlona 2017'an rû da, li hev hatiye kirin.
Tê gotin, di hevdîtina 13'ê Çileyê de ku heyeta Başûrê Kurdistanê çû Bexdayê û bi rayedarên Iraqî re rûniştin, ji bo komîsyonên ehvpar li ser balafirgeh, deriyên sînor û bendavan bên avakirin li hev hatiye kirin.
Ji bo rewşa dawî ya peymanê destnîşan bike, heyetek ji Bexdayê îro hate Hewlêrê û bi rayedarên Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê re hevdîtinê dike.
Heyeta Iraqî ya ji 15 kesan ku Sekreterê Desteya Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq serokatiyê jê re dike, bi heyeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî re hevdîtinê dike.
Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, li ser çareserkirina krîza balafirgeh, deriyên sînor û bendavan li hev hatiye kirin.
Li gorî peymanê, wê ji bo rêvebirina balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê û deriyên sînor komîsyonên têkel ên ji karmendên hikumeta navendî û karmendên Herêma Kurdistanê bên avakirin. Komîsyonên ku wê serokên wê karmendên ji Iraqê bin, wê balafirgehan û deriyên sînor bi rê ve bibin.