Beştaş: Sûcdarê Garê desthilata AKP/MHP'ê ye
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got desthilata AKP-MHP'ê sûcdarê ji ber kuştina li Garê ye.
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got desthilata AKP-MHP'ê sûcdarê ji ber kuştina li Garê ye.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.
Beştaş derbarê rûniştina li Meclîsê ya agahdarkirina operasyona Garê ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ve pêk hat û got: “Me du wezîr û berdevkên desthilatê yên rastiyan tarî dikin û dixwazin ji nava vî karî derkevin dît. Li hember me desthilateke ku berpirsiyariya siyasî nagire ser milê xwe heye. Meclîsê duh carek din ji vê yekê re şahidiyê kir.”
Beştaş destnîşan kir ku desthilatê ji bo operasyona Garê hesab nedaye û wiha got: “Gelo Waliyê Meletiyê biryara operasyonê da? Çima daxuyaniyan bi wî didin? Xwestin ser sûcên xwe bigirin. Lê hîn bûn ku nikarin ser sûcên ku kirine bigirin. Di esasê xwe de kurteya duh ev bû. Belê mixabin li her aliyê welat êşa komkujiya Garê hebû. Duh me di Desteya Giştî ya Meclîsê de jî viya eşkere kir. Di destê wan de dosyeyên tomar û kaxez hebû û hatin meclîsê lê çi bû? Dosye, kaxez û wêneyên di destê Suleyman Soylû de belav bûn. Ev nîşaneya belavbûna vê desthilatê ye jî. Em vê tim dibêjin, me berê jî gotibû. Tirkiye bi polîtîkaya şer û siyaseta şer tu pirsgirêkan çareser nekir. Divê hemû rehendên meseleyê were axaftin, nîqaşkirin û pêşniyazên çareserkiriyê werin kirin û nirxandin. Siyaseta Demokratîk û Meclîs ji bo vê yekê heye. Gel çima dengan dide me, ji bo em vê çareser bikin.”
Beştaş anî ziman ku ew HDP her tim ji bo rêyên çareseriyê û aştiyê amade ne û got: “Ji bo em rêyên çareseriyê derxin holê xelk deng dide me. Em HDP her tim li dijî operasyonên derveyî welat, siyaseta şer û siyaseta kuştinê derketin. Me tu carî tezkereyên şer erê nekir. Ev tezkere derbas nebûna wê 13 canên li Garê binax nebûna. Yek ji kurteyên Garê jî ev e. Niha di destê me de gelek dane hene.”
Beştaş destnîşan kir ku meseleya ji bo mirin çênebin meseleya demokrasî û azadiyê ye û ev meseleya li Garê meseleya xemgîniyê ye lê AKP di kongreyê xwe de kêfxweşiya xwe nîşan dide. Beştaş anî ziman ku pêwîst e Meclîs ji bo lêkolîna meseleya Garê berpirsiyariyê bigire ser milê xwe û her tiştên li wir qewimîne bi zelalî derxe holê. Beştaş da zanîn ku ew ê her şopdarê meseleya li Garê bin û dê vê yekê her bipirsin.