Beştaş: Li Îmraliyê sîstema êşkence tê pêkanîn

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî qedexeya hevdîtinê ya danî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku li Girava Îmraliyê sîstema êşkencê heye.

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Civata Giştî ya Meclîsê axivî û bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Beştaş da zanîn ku mijara tecrîdê yek ji rojeva sereke ya welat e û got ku biryarên berdewamkirina tecrîdê ji aliyê hevkarên desthilatdariyê bi xwe ve hatine girtin. Beştaş wiha axaftina xwe domand: “Ma bi rastî Girava Îmraliyê ne di nav sînorên Tirkiyê de ye? Ma Qanûna Înfazê, Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne li wir derbasdar in?”

Beştaş her wiha ragihand ku ew li bersiva pirsên xwe digerin û got, “Bê mafî, bêhiqûqî û êşkenceyeke ber bi çav bi awayekî sîstematîk û bênavber tê kirin. Ev 8 meh in ku ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên girtin tu agahî nayê girtin. Ez vê yekê tekez dikim ku agahiyek yayê girtin.”

Beştaş di berdewama axaftina xwe de diyarkir ku mafên hemû girtiyan ên wekî hevdîtina bi malbatê re, name nivîsandin, bi telefonê axaftin û hevdîtina bi parêzer re bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin û got, “Roja borî parêzeran di dema serlêdanên xwe de zanîn ku dozgeriya înfazê ya Bûrsayê 2 cezayên dîsîplînê dane û 6 mehên din jî hatiye qedexekirin. Kîjan qedexe ji bo hevdîtina ku nehatî kirin tê? Heta niha digotin 'Keştî xirab bûye', dema hewa xweş bû digotin ‘hewa nebaşe' dest ji van derewan berdin. Bila bibêjin; ‘Dema ku ji aliyê siyasî û konjukturê ve li gorî me be em wan rê didin hevdîtin pêk bên, lê dema ne li gorî berjevendiya me be ‘hiqûq me eleqedar nake’. Em hiquqê dipirsin. Niha hemû girtiyên li wir bi taybet birêz Ocalan ji van mafan bêpar e û ji hemû serlêdanan re bersiva neyînî didin malbatan."

Beştaş ragihand ku derbarê Îmraliyê de 750 serlêdanên parêzer û 350 serlêdanên malbatê jî hene û wiha got: “Ev bi awayekî keyfî tê astengkirin. Em li benda îzaha şirîkên îqtîdarê ne ku 'Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye', ger wisa be yan jî divê demildest dawî li vê tecrîdê bê anîn û heya agahî neyê standin... Heya niha nayê zanîn ka çi bûye; ew sax in an nexweş in? Belê, kes nizane çi bûye. Malbat her roj tên cem me. Ez dixwazim ji destê yekê vê bibêjim.”