Beştaş: Heta ku doza Kurdan çareser nebe aştî û edalet nayê

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di panelê de ya ku Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê amade kiribû axivî û got: “Heta ku doza Kurdan çareser nebe, mirov nikare qala aştî û edaletê bike.”

Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê bi navê “Aştî û Wijdan” panelek lidar xist. Panel bi sînevîzyona çalakiyên ÎHD’ê dest pê kir.

‘DARIZANDIN SALÊN 1990’Î LI PIŞT XWE HIŞT’

Di panelê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û got: “Em rastî pêkutî û zextên wisa tên ku ji salên 1990’î derbas kiriye. Ferasera Turk-Îslamê li ser me ferz dikin, me ev tişt qebûl nekir. Ji ber vê jî em zextan li me dikin. Berê dema ku didarizandin nedigirtin. Lê niha beriya ku mirov biçe îfadeyê bide, tirsa girtinê xwe lê dide der.”

‘EV MESELE YA KURDISTANÊ YE’

Keskîn got: “Doza Kurdan, doza Kurdistanê ye. Ji ber vê parlementerên HDP’ê tên girtin. Hiqûq di destê serokkomar de ye, ew dibêje çi, wisa tê kirin.”

‘EW Ê BI SER NEKEVIN’

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku di dema AKP’ê de pêkutiya li ser jinê zêdetir bûye û wiha pêde çû: “A niha li Tirkiyeyê edalet tune, destûra bingehîn tune. Li Tirkiyeyê li her derê êrîş heye. Kî tiştekî bibêje, wan dikin ‘terorîst’. Dixwazin civakeke nû ava bikin, gelo ew ê bi ser bikevin? Bêguman ew ê bi ser nekevin. Li Tirkiyeyê heta ku doza Kurdan çareser nebe, mirov nikare qala aştî û edaletê bike.”

Beştaş herî dawîn ev tişt got: “Li dijî HDP’ê û gelê Kurd şer dan destpêkirin. Divê li her qadê em hevgirtinê xurtir bikin.”

Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.