Beştaş: HDP li ser piyan e

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got desthilata AKP-MHP'ê ya ku bi êrîşa li ser partiyan dixwazin wan biqedînin wê negihin miraza xwe û diyar kir, HDP li ser piyan e.

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got armanca sereke ya AKP'ê ya ji êrîşên ku tîne ser wan ew e ku HDP'ê bêyî ku bi fermî bigirin, dixwazin bînin rewşeke ku nikaribe bixebite.

Beştaş ji ANF'ê re axivî û got AKP bi qeyûmên ser şaredariyan, girtina siyasetmedaran dixwaze HDP'ê bihelîne, biqedîne û dema ku vê dike jî guh nade ti rêgez, sincî. Beştaş got,''Her spêde bi nûçeyên destgîrkirinê'' şiyar didin û got, desthilat di vê armanca xwe de wê bi ser nekeve. Beştaş her wiha got ji 2015'an û vir ve êrîşên bi vî rengî tînin ser wan lê ew li ser piyan in û di her hilbijartinê de xurtir dibin.

NÎŞANA QELSIYA AKP'Ê YE

Beştaş her wiha got ev rewş her wiha nîşaneya bêgavî û qelsiya AKP'ê ye,  qelskirina HDP'ê mîna rêya domandina desthilata xwe dibînin. Beştan bi bîr xist bi stratejiya HDP'ê ya di hilbijartina xwecih de derbeke giran li AKP'ê dane û her çendî niha AKP li gel şîrikê xwe li desthilatê xuya bike jî ketiye pozîsyona hikûmeta kêmhêz. Beştaş got desthilat bi hêrs û kîna ji ber têkçûna hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê êrîşê bi ser wan de tînin.

WÊ NIKARIBIN ME KRÎMÎNALÎZE BIKIN

Beştaş bal kişande ser polîtîkaya hewldana krîmînalîzekirina HDP'ê û got, ''Her çendî di bernameyên televizyonan de her roj nîqaşan li ser partiya me û girseya me bikin jî û siyasetmedaran bigirin jî nikarin me krîmînalîze bikin. HDP ya ku ev çend nîqaş li ser tê kirin, tê krîmînalîzekirin, tê biyanîkirin, li gel vê jî li ser piyan e, rekora sedsala 21'ê şikandiye. Ti kes wê nikaribe vê helwestê bişkîne.''

DIVÊ EM LI HILBIJARTINA PÊŞWEXT RAWEST IN

Beştaş got qeyûm nîşana wê ye ku alaya îflasê rakirine û nikarin welêt rê ve bibin û ji yên ku li hundir li ber xwe didin diyar dibe. Beştaş got muxalefet ji niha ve 50-60 ji 100'î derbas kiriye û ji bo ku dibînin ev helwest û hêrs çendî mezin e, bi amûra zorê dixwazin tirsê zêde bikin lê êdî tirs radibe, bêhtir wêrekî û berxwedan berbelav dibe. Beştaş got, ''Tirsa wan a mezin hilbijartina pêşwext e û windakirina desthilatê ye, ji ber vê divê mirov bi ser tirsa wan de biçe û li ser hilbijartina pêşwext raweste.''