Beştaş: Ya ku bêhnê bîne ber welêt, dengê Abdullah Ocalan e

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, "Ya ku bêhnê bîne ber Tirkiyeyê dengê Birêz Ocalan e, lê hewl tê dayin ku dengê Ocalan bê birîn. Em dixwazin dengê grevên birçîbûnê yên li girtîgehê bê bihîstin."

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bi taybetî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Meral Daniş Beştaş di destpêka axaftina xwe de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir.

Meral Daniş Beştaş got, "Tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan belav bûye" û ev nirxandin kir, "Yek ji rojevên bingehîn tedbîrên dijî covîdê yên li girtîgehan e. Maf û azadî hemû hatine betalkirin û desthilatdariyê pandemî ji xwe re kiriye weke firsend, mafên qanûnî yên girtî û hikumxwaran betal kiriye. Hîn jî hevdîtina rû bi rû nîne, hate gotin ku wê hevdîtina bi dîmen çêibe, lê hîn jî nayê kirin. Malbat bi mehan e nikarin hevser, zarokên xwe bibînin. Tecrîda li Îmraliyê di dema pandemiyê de li tevahiya girtîgehan hatiye belavkirin." Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê dewam bikin.

Serokwekîla Koma HDP'ê destnîşan kir ku desthialtdariya heyî aştiyê qedexe dike, tecrîdê giran dike û got, "Yên ku di roja aştiyê de aştî qedexe kirin, tecrîda li ser Ocalan dewam dikin ku Ocalan di avakirina aştiyê de xwedî roleke diyarker e. Yê ku dikare aştiyê bîne vî welatî, mifteya aştiyê bi kar bîne, pêşî li me hemûyan veke Birêz Ocalan e. Ya ku bêhnê bîne ber Tirkiyeyê dengê Birêz Ocalan e, lê dixwazin dengê wî bibirin. Îradeya desthilatdariyê ya di vê mijarê de hîn jî dewam dike. Destûrê nade ku ti rêyeke azadiyê bê bi karanîn, li gel raporên CPT û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî tecrîda şidandî dewam dike. Ev tecrîd tecrîdkirina aştiyê ye. Dixwazin dengê aştiyê bibirin. Bi dîtina me her kesên ku ji bo aştiyeke bi rûmet dikare bi rolekê rabe, divê bi vê rolê rabe û ev tecrîd divê bi dawî bibe. Em dixwazin ku dengê grevên birçîbûnê yên li girtîgehê bê bihîstin."