Berxwedêrên Xwerêveberiyê yên Cizîrê li Hambûrgê hatin bibîranîn
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê di şexsê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnce û Asya Yuksel de berxwedêrên xwerêveberiya Cizîrê hatin bibîranîn.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê di şexsê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnce û Asya Yuksel de berxwedêrên xwerêveberiya Cizîrê hatin bibîranîn.
Bername ji hêla NCKD a Hambûgê ve hate organîzekirin. Di bernameya bîranînê de gelek Kurdistanî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyonek hate nîşandan ku ji jiyana Mehmet Tûnc hin beş tê de hebûn. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Hambûrgê Sevahîr Bayindir axivî û got:
‘’Dewleta Tirk piştî ku muzakereyên siyasî yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qedand dest bi komkujiyên mezin kir li Kurdistanê. Li gel van komkujiyan jî di serî de Cizîr, Şirnex, Farqîn, Sûr li ber dijmin serê xwe netewandin. Li cihê ku berxwedanên xwerêveberiyê hatine jiyîn gelê me helwesteke fedaî nîşan da û got, ‘’em ê bajarê xwe û welatê xwe neterikînin’’ Hevalên me yên ku li ber xwe dan li jêrzemînan şewitandinû xwestin baweriya me ya bi azadiyê tine bikin. Divê mirov vê wateyê li van berxwedanan bike. Divê em li bîranîna hevreyên xwe yên şehîd bûne xwedî derbikevin û li têkoşîna wan. Li hemû deverên ku em lê ne divê em kelehên berxwedanê ava bikin. Têkoşîna gelê me yê ku li Ewropa dijî, têkoşîna dijî asîmîlasyonê divê bibe parçeyek ji têkoşîna xweprastinê.’’
Piştre siyasetmedarê Kurd Abûzer Bîlenler jî axivû got, ‘’Heke me bihistyariya hewce nîşan bide dibe ku niha hevalên me sax bûna. Dewlet ji bo ku vîna gelê me bişkîne bi tang û topan êrîş anî. Heke ev berxwedan pêk nehata weke bi serê Ermenan de anîn wê qirkirina bi ser gelê me de bianîna. Mehmet Tûnc, Asya Yuksel heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiyê têkoşiyan û jiyana xwe dan. Wan çawa serê xwe netewandin divê em jî netewînin. Ji bo pêgirîbûna me ya bi wan re divê em di nav meclîsan de cihê xwe bigirin. Dibe ku me berdêlên giran dabin lê berdêlên ku hatin dayin niha me bêhtir nêzî azadiyê dikin.’’