Berxwedêrên xwerêveberiyê li Dûîsbûrg û Bonnê hatin bîranîn
Berxwedêrên xwerêveberiyê li bajarên Dûîsbûrg û Bonnê yên Elmanyayê hatin bîranîn.
Berxwedêrên xwerêveberiyê li bajarên Dûîsbûrg û Bonnê yên Elmanyayê hatin bîranîn.
Berxwedêrên xwerêveberiyê li bajarên Dûîsbûrg û Bonnê yên Elmanyayê hatin bîranîn.
DÛÎSBÛRG
Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel û hemû berxwedêrên qadên xwerêveberiyê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê, di şexsê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Sevê Demîr, Fatma Ûyar û Orhan Tûnç de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû berxwedêrên xwerêveberiyê dest pê kir. Qisekeran dan xuyakirin, ku berxwedêrên xwerêveberiyê yên gelê Kurd, dîroka lehengên destanî nivîsandin û bi berxwedana xwe ya bi heybet bûne şopdarên Kemal Pîran û Mazlûm Doganan.
Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.
BONN
Berxwedêrên xwerêveberiyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî hatin bîranîn. Civîna bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê û Meclîsa Jinê ya Sarya ve hate organîzekirin.
hevseroka Meclîsa Gel Ayda Ekmez Kiliç li viri axivî û destnîşan kir, berxwedêrên xwerêveberiyê bi jiyan, sekn û berdêlên xwe, wê di nava têkoşîna azadiyê de her tim pêşeng bin.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û axaftina Mehmet Tûnç û Asya Yuksel hat nîşandan. Dûre siyasetmedarê Kurd S. Dersîm peyivî.
Dersîm got, "Mehmet Tûnç, dema ku li pêş çavên me hemûyan gav bi gav ber bi şehadetê ve diçû, Seyîd Riza, Şêx Seîd, berxwedêrên Zîndana Amedê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, mazlûm Dogan anî bîra me. Wan li ber zilmê serî netewand, em ê jî netewînin."
Dersîm bal kişand ser çalakiyên gelê Kurd ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, Ocalan bi komployeke navneteweyî di nava şert û mercên Îmraliyê de rehîn hatiye girtin û komplo hê bi hemû aliyan didome. Dersîm destnîşan kir, ku ji bo bidawîbûna vê esaretê divê gelê Kurd bi rengekî topyekûn çalakiyan lidar bixe.
Dersîm her wiha da zanîn, gelê Kurd wê di referandûma li ser destûra bingehîn a dîktatoriyê de dengê 'Na' bi kar bîne.