Berxwedêrên Cizîr-Sûrê li Ewropayê hatin bîranîn

Li gelek bajarên Ewropayê, komploya 15'ê Sibatê tê şermezarkirin. her wiha berxwedêrên xwerêveberiyê jî tên bîranîn.

Li gelek bajarên Ewropayê, komploya 15'ê Sibatê tê şermezarkirin. her wiha berxwedêrên xwerêveberiyê jî tên bîranîn.

BERLÎN

Meclîsa Jinê ya Dest-Dan a li Berlînê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bîranîna şehîdên Cizîrê civîneke bîranînê lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, hevberdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Dan Zelîha Işik û endama TJK-E Nûpel Mûnzûr axivîn.

Mûnzûr bibîr xist, ku jin û ciwanên Kurd bi şewitandina bedena xwe bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bersiv dan komplokeran û got, "Divê gel û jinên Kurd bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Serok Apo tevbigerin. Ji koalîsyona AKP-MHP'ê tê ku her gavê dînîtiyekê bike."

Mûznzûr bibîr ist, ku 5'ê sibatê roja bîranîna şehîdên xwerêveberiya Cizîrê ye û wiha dewam kir: "Di serî de li Cizîrê, li hemû qadên xwerêveberiyê, bexwedêran di nava şert û mercên gelekî giran de mîrateyeke ku qet ji dîrokê neçe, hiştin. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Em soz didin, ku em ê xewn û xeyalên wan bi cih bînin."

BRUKSEL

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan, ji bo bîranîna berxwedêrên Cizîr-Sûrê li Komeleya Çanda Kurd a li Brukselê civînek lidar xistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û destnîşan kir, ku lheengên berxwedana xwerêveberiyê yên mîna Mehmet Tûnç û Asya Yuksel di dîroka Kurdistanê de xeteke berxwedanê afirandin û lazim e ev xet baş were fêhmkirin. Kartal gotina 'me serî ne tewand û em ê serî netewînin' a Mehmet Tûnç bibîr xist û destnîşan kir, ku ev gotin derbeke li AKP a faşîst hatiye xistin e.

Remzî Kartal da zanîn, têkoşîna 44 salan derbasî qonaxeke nû bûye, haya dijmin ji vê heye û ragihand, ku dijmin ji ber vê yekê serî li polîtîkayên qirêj dide û dixwaze dîktatoriya xwe biparêze. Kartal da xuyakirin, ku divê pêvajoya referandûmê baş were fêhmkirin û diyar kir, encam çi diba bila bibe, têkoşîna wan wê xurtirt bibe. Kartal got, "Divê em li Ewropayê xwedî li Rêberê xwe û hemû nirxên xwe xwedî derkevin" û ji bo meşa 11'ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.

KOLN

Ji bo Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ên di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan û Leyla Walî û Huseyîn-Viyan Soran ên li dijî komploya 15'ê Sibatê bedena xwe dan ber agir, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Giştî ya Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan ve hat organîzekirin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şengê Qehreman peyivî û got, "Gelek hevalên me yên mîna Viyan Soran, Mehmet Tûnç û Asya Yuksel di meha Sibatê de şehîd bûn. Xwedîderketina li şehîdan bi kedê û bi kar dibe. Divê demê de ku tecrîda li ser Serok Apo hatiye şidandin û polîtîkayên giran ên qirkirinê li dijî gelê Kurd tê meşandin, bang li her kesî dikim, ku li ser şopa şehîdan, têkoşînê xurt bikin."

Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Kolnê Perîhan Oner jî got, "Ewladên me yên herî hêja di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn. Dilê me dişewite. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin.

Li dû axaftinan, merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê ji dîmen û axaftina Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, qediya.