Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Swîsre û Essenê hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarên Bern, Zurîch, Bîel, Frîboûrg û Solothûrn ên Swîsreyê û li bajarê Essen ê Elmanyayê hatin bîranîn.

ZURÎCH: Civîna bîranînê ya li bajarê Zurîchê li navenda civaka demokratîk pêk hat. Nûnerê KCDK-E'yê li civînê axivî û got, "Yên ku doh li Kobanê û Şengalê li dijî DAÎŞ'ê li refên herî pêş li ber xwe dan û li her bihosta xaka Kurdistanê ji bo gelê xwe şehîd bûn, ala berxwedanê ya Mazlûm, Xeyrî û Kemalan teslîmî me kirine. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku vê ala berxwedanê bi ser bixînin." Piştre li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê sînevîzyon hate nîşandan.
BERN: Li bajarê Bernê yê Swîsreyê li navenda civaka demokratîk civîneke bûranînê pêk hat. Tûncay Akbaba, Nûrettîn Anyik û Mîro Alan jî di nav de wêneyên gelke hunermendan ên li ser têkoşîna azadiyê û şoreşê hate nîşandan. Di pêşangehê de şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Pêşangeh li navnîşana Fîschermattelîstr. 6 Bernê heta roja Yekşemê wê vekirî be.
BÎEL: Berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û Şehîd Alî Temel li bajarê Bîelê hatin bîranîn. Xizmên Alî Temel û yek ji girtiyên wê demê Îrfan Baboglû jî tevlî bîranînê bûn.
Li bajarên Solothûrn û Frîboûrgê jî bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê civînên bîranînê hatin lidarxistin.
ESSEN: Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li bajarê Essen ê Elmanyayê jî hatin bîranîn. Bi navê KOMAW'ê Apê Cemîl axivî û bal kişand ser hovîtiya ku darbeya faşîst a 12'ê Îlonê li dijî Kurdan kir. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk vê hovîtiyê hîn jî dewam dike. Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.