Berxwedêrê rojiya mirinê Cengîz: Bibin dengê me

Ji berxwedêrên rojiya mirinê Erol Cengîz diyar kir, çi dibe bila bibe wê çalakiya xwe bidomînin û bang kir.

Yek ji çalakgerên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya xwe 30'ê Gulanê veguherand rojiya mirinê, Erol Cengîz e ku 7 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê ye. Erol Cengîz 50 rojî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi tena serê xwe di hucreyê de hate hiştin.

Kekê wî Sedat Cengîz diyar kir, roja Çarşemê ew çûye hevdîtina birayê xwe û got, "Min jê re got, 'tu nikare li ser piyan bimîne, tu gelekî zehîf bûye'. Wî ji min re got, rewşa wî baş e, hewl da moralê bide min. Diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe, encam çi dibe bila bibe wê çalakiya xwe bidomîne. Her wiha xwest, mirovên li derve bibin dengê wan."

'EM Ê MUDAXELEYÊ QEBÛL NEKIN'

Sedat Cengîz anî ziman, li welêt tiştekî bi navê edaletê nemaye û got, "Piraniya mirovên niha li Tirkiyeyê girtîne bêguneh in. Yekane tişta em dixwazin edalet e û bidawîbûna tecrîdê ye. Bila xwişk û birayên me, zarokên me, dayikên me nemirin. Bêyî ku tiştek bi kesÎ wre divê em bi hev re berxwedanê mezin bikin. Her kesên tevlî berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven bûne, hêja ne. Divê em nehêlin ku tiştek bi van mirovên hêja bê."

Parêzerê Erol Cengîz ê pê re hevdîtin kir, ji malbatê re anî ziman ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne nebaş bûye û ji nava nivînan nikairn rabin. Parêzer diyar kir, wî hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re kiriye û ji wan pirsî ne ku li pêşberî vê rewşa giran wê çi bikin. Midûrê girtîgehê jî jê re gotiye, 'ambûlans li ber derî ye', lê belê berxwedêr dibêjin wê mudaxeleyê ti carî qebûl nekin."