Berxwedêr Kobanê bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê

Cemal Kobanê ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevî sê aktîvîstan li Berlînê di greva birçîbûnê de ye, bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê. Kobanê tedawî qebûl nekir û çalakiya xwe didomîne.

Greva birçîbûnê ya Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Cemal Kobanê ku ji 29'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, doh êvarê rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, lewma ambûlans û doktor bi lezgînî li cihê çalakiyê ew kontrol kirin.

Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e, kedkarên tenduristiyê biryar dan ku wî bibin nexweşxaneyê. Doktoran diyar kirin, organên hundirîn ên Kobanê hindik mane ku bi temamî têk biçin û pêşniyara tedawîkirinê lê kirin. Lê belê Kobanê tedawî red kir.

Cemal Kobanê ava ku wezîfedarên tenduristiyê li nexweşxaneyê dan wî jî red kir û xwest biçe gel hevalên xwe yên di grevê de ne. Piştî demeke kurt ew birin gel hevalên wî.

Kobanê diyar kir ku ew bi biryar e çalakiya xwe bidomîne.

Cemal Kobanê 113 roj in di greva birçîbûnê de ye.