Berxwedana xwerêveberiyê li Swêdê hat silavkirin

Li bajarên Malmo û Helsîngborg ên Swêdê, komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê jî hat silavkirin.

Li bajarên Malmo û Helsîngborg ên Swêdê, komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê jî hat silavkirin.

MALMO

Li bajarê Malmo yê Swêdê bi qasî 100 Kurdistanî li meydana Molavangstorgetê li hev civiyan û komkujiyên dewleta Tirk li Nisêbînê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê dike, şermezar kirin. Çalakgeran li dijî dewleta Tirk dirûşme qıriyan û ji bo demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de belavokek li ser komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike hatibû amadekirin, hat xwendin.

HELSÎNGBORG

Zêdeyî 200 Kurdistanî û Swêdî li meydana Gûstav Adolf a li navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezar kirin.

Rêveberên Partiya Çep ên Bajêr li vir axivîn û diyar kirin, ew piştgiriyê didin HDP'ê.

Rêveberan dan xuyakirin, ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin divê PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' were derxistin û ji bo bidawîkirina komkujiyên li Kurdistanê bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku derhal bikevin nava tevgerê.

Çalakî bi xwendina helbestan bi dawî bû.

...