Berxwedana Taksîm bi foruman berdewam dike

Berxwedana Taksîm bi foruman berdewam dike

Desthilatdariya AKP’ê Parka Gezî bi darê zorê vala kir û polîs bi cih kirin. Lê berxwedana Taksîm li gelek parken Stenbolê bi şêwazê forum û meclîsan berfireh bû.

Berxwedêr vê carê parken li taxan, bi dirûşma "Park ên me ne" kirine navenda berxwedanê. Gel li nêzî 20 parkên Stenbolê her êvar ku tên cem hevdu bi "forum"an berxwedanê didomînin. Mîna versiyona biçûk a Parka Gezî veguhestine parken taxan.

DAXWAZA ESASÎ AZADÎ

Di foruman de daxwaza herî esasî ku azadî ye her kes xwedî maf e ku xwe îfade bike. Her êvar der barê mijareke ku tê diyarkirin de nîqaş tên kirin. Di nîqaşên ku pirr bi coş derbas dibin de tevlîbûn bal dikişîne.  

Di foruman de biryarên çalakiyan ên tên girtin pêkve dikevin pratîkê. Ligel daxwazên berxwedana Parka Gezî pirsgirêkên herêmî jî tên destgirtin.  

Foruma Abbasaga ya bi çalakiyên xwe yên li hemberî medyaya bizava bingehîn bal dikişîne gelek caran ber bi avahiya ATV-Sabah meş li dar xistin. Çapul TV a di berxwedana Parka Gezî de dest bi weşanê kir di vê forumê de weşana xwe berdewam dike.

RÊXISTINÊN HUNDIRÎN HATIN AVAKIRIN

Foruman, bi şêwazên meclîs, sekreterya û rêveberiyan rêxistinên xwe yên hundirîn ava kirin. Li hin parkan komîsyonên taxan hatin avakirin. Ji bo bi taxên derdorê re bikevin nav pêwendiyan û hîn zêdetir xwe rêxistin bikin gav hatin avêtin.

FORUMA YEKEMÎN LI PARKA GEZÎ PÊK HATIBÛ

Forma yekemîn a di berxwedana Taksîmê de, li Parka Gezî pêk hatibû. Park, dabeşî 7 taxan hatibû kirin û biryara der barê dahatûya parkê de jî di wan foruman de bi saetan hatibû niqaşkirin û biryara veqetîna ji Parkê hatibû girtin.