Berxwedana Kobanê di roja 78. de ye
Berxwedana Kobanê di roja 78. de ye
Berxwedana Kobanê di roja 78. de ye
Berxwedana Kobanê, ya li ser navê mirovahiyê hat destpêkirin di roja 78'an de dewam dike. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajêr, li bersivên tund rast tên. Şervanên YPG û YPJ'ê yên di berxwedana bi heybet de rûyê wan her tim bi ken e, bala tevahiya cîhanê dikişînin. Ji Kobanê ya ku her kesên dibêjin 'Cîhaneke din pêkan e' berê xwe dane, çend wêne ji jiyan û berxwedana 78 rojan.
Rewşa rûxiyayî ya vagonên trena Tirkiyeyê, ku dema DAIŞ'ê bi wesayîta bombebarkirî di ser Tirkiyeyê re êrîşî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir, li ser sînor hatibû sekinandin
Xaniyekî ji ber hewanan hilweşiyayî
Li eniya paş, Kobaniyên bêrawestan dixebitin û hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên şervanan
Şervanê YPG'ê yê li navenda bajêr
Çeteyên DAIŞ'ê di 29'ê Mijdarê de, di ser Tirkiyeyê re bi wesayîta bombebarkirî êrîşî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kirin. Êrîşa çeteyan hat têkbirin. Wezîfedarên asayîşê û wezîfedarên ewlekariya derî yên Kantona Kobanê li ser karê xwe ne
Şervaneke YPJ'ê ya ji avahiyekê li derve dinêre
Li herêma maşîna zirxî ya DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re li Kobanê teqand, avahiyên hilweşiyan
Kevokên naxwazin Kobanê biterikînin xwe li ser avahiyên ji ber êrîşa bombeyî hilweşiyan, danîne
Welatiyên Kobanê, yên di êrîşa bombeyî ya 29'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan, bi balonên kesk, sor û zer ên li ber avahiya lê jiyana xwe ji dest dan daliqandî, bibîr tînin
(Wêne: Ersîn ÇAKSÛ/ÎBRAHÎM ASLAN)