Berxwedana Kobanê bi zincîra ji mirovan hat silavkirin

Berxwedana Kobanê bi zincîra ji mirovan hat silavkirin

Nobedarên berxwedanê yên li ser sînorê Kobanê, di roja 78. de zincîra ji mirovan ava kirin û berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Berxwedana YPG/YPJ a li Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriya DAIŞ'ê di roja 78'an de dewam dike. Li ser sînor jî çalakiya nobedê her dewam e. Çalakgeran bi çalakiya zincîra ji mirovan re ku her roj di heman saetê de ava dikin, berxwedana Kobanê silav kirin.

Bi sedan kesên beşdarî çalakiyê bûn, berê xwe dan Kobanê û ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin. Çalakgeran bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" dawî li çalakiya xwe anîn û piştre derdor paqij kirin.