Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û birdorveger kiribûn. Grevên birçîbûnê di roja 39’an de didome.

Bi grevên birçîbûnê re, zextên li ser girtiyan jî zêde bû. Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nade wan. Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Kandirayê jî alavên taybet ên girtiyên di çalakiyê de hatine desteserkirin.

Di heman demê de cezayê dîsîplînê li girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hate birîn, girtiyan dema ku qala zextan kirin jî telefona wan hate qutkirin.

Li Rihayê jî testa koronayê ya girtiyên di çalakiyê de nehate kirin, li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî ji dema ku çalakiyê dest pê kiriye û heta niha zext zêde bûne.

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê çend roj berê daxuyanî dabû û diyar kiribû ‘Heke hûn naxwazin li girtîgehan nûçeyê mirinê bibihîzin, divê em berteka civakî zêde bikin.’

Di heman demê de li dijî tecrîda li ser Îmraliyê li Mexmûrê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 18’an de didome.