Berxwedana girtiyên di grevê de kete roja 58’an

Berxwedana girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan ketibûn greva birçîbûnê ya bê dawî û bidorveger di roja 58’an de didome.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku koma 12’emîn dewr girt, di roja 58’emîn de berdewam dike.

MEXMÛR

Li Kampa Mexmûrê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûna 2020'an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, bi koma 19'an di roja 37’emîn de ye.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 20'emîn de dewam dike.