Berxwedana girtiyan a greva birçîbûnê di roja 72'an de didome

Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, 72 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 51 û ya li Yewnenistanê jî roja 34 de ye.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan didomin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 72’yemîn de didome.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir, di roja 51’emîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 34'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.