Berxwedana Gezî, projeya Leşkergeha Topavêjî betal kir
Berxwedana Gezî, projeya Leşkergeha Topavêjî betal kir
Berxwedana Gezî, projeya Leşkergeha Topavêjî betal kir
Berxwedana Gezî, projeya hukûmetê ya ji bo çêkirin Leşkergeha Topavêjî betal kir.
Derket holê, li ser berxwedana Parqa Gezî, projeya hukûmetê ya ji bo herêmê hatiye betalkirin.
Piştî ku 1. Dadgeha Îdarî ya Stenbolê biryar da, karê çêkirina Leşkergeha Topavêjî ya li Parqa Gezî rawestîne, Wezareta Çand û Tûrîzmê li dijî biryarê derketibû. Heyeta dadgehê, dijderketina Wezaretê nirxand û careke din destnîşan kir ku biryara rawestandina vê projeyê di cih deye. Di biryara 6'ê Hezîranê de hat gotin, "Ev biryara dadgeriyê ya ji bo rawestandina projeya mijara gotinê, li gorî huqûqê hatiye dîtin."
Hat ragihandin ku dadgehê, ne tenê projeya Leşkergeha Topavêjî, hemû projeyên der heqê Qada Taksîmê de betal kiriye. Tê payîn dadgeh biryara xwe piştî mehekê eşkere bike.