Berxwedana gelê Sûrê  bar li me jî dike

Li navçeya Sûrê ya Amedê hilweşandin bi hemû nehiqûqiya xwe didome.

Sûr ku di lîsteya UNESCO ya Mîrateya Dinyayê de cih digirire bi qasî ku êdî nikaribe bibe weke berê birîndar bû. Gelê Sûrê jî malên xwe yên bê elekrîk û bê av, di bin gefa hilweşandina malan dijîn û li hêla dî jî li dijî hilweşînê têdikoşin.

Ji Hevgirtina Bajêr yê Stenbolê Denîz Ozgur ku bi mebesta destekê bide têkoşîna gel a li dijî hilweşandina Alîpaşa û Lalebeyê hatî Sûrê çavdêriyên xwe û xeta têkoşînê ya ku dikare ji Stenbolê bigihe heta bi vir vegot.

Ozgur got li gel hemû neyêniyan û hemû tundiya dewletê jî gelê Sûrê malên xwe naterikînin, li ber xwe didin û ev jî wan kêfxweş dike û di heman demê de bar li wan bar dike.

Deniz Ozgur diyar kir ku hilweşandina Sûrê ne tenê bi rantê re têkildar e û got rêbazek ji şer a dewletê ye ku li dijî Kurdan dike û got, ‘’Pir vekirî ye ku dewlet li ser Kurdan tundiyeke berbiçav dike’ û bi domdarî got ev polîtîka parçeyek ji polîtîkaya şer e.

Denîz Ozgur got ew dixwazin di navbera Sûrê û Stenbolê de xeteke têkoşînê ava bikin û got ji bo ku ew kavilgeriya li Sûrê bigihînin gelek kesan ew ê amûrên medyayê bi rengekî karîger bi kar bînin.