Berxwedana gel a li Edene û Mersînê dewam dike

Li Edene û Mersînê, polîsên Tirk li pêşberî berxwedana gel xwe vekişandin. Polîsên ku bi bikaranîna çekên rastî herî kêm 6 kes birîndar kirin, li Tarsûsê jî 24 kes kirin binçavan.

Li Edene û Mersînê, polîsên Tirk li pêşberî berxwedana gel xwe vekişandin. Polîsên ku bi bikaranîna çekên rastî herî kêm 6 kes birîndar kirin, li Tarsûsê jî 24 kes kirin binçavan.

EDENE

Li Edeneyê, girseya gel bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê çalakiya şermezarkirinê lidar xist, lê belê rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi ava şid û fîşekên rastî êrîşî gel kirin û gel jî ket rewşa xweparastinê. Li taxên Şakîrpaşa, Hurriyet, Gulbahçe, Firat, Havûzlûbahçe û Anatoliyê yên navçeyên Seyhan û Yuregîrê, gel bend danî û heta danê sibehê li ber xwe da.

1 JÊ GIRAN 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Di êrîşa polîsan de welatiyên bi navê Zekeriya Baysal, Hayrettîn Akman û Veysî Bozkir birîndar bûn. Hat ragihandin ku Baysal bi guleya rastî ji kabika lingê xwe yê rastê birîndar bûye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Adana Çûkûrovayê hatiye emeliyatkirin û xeterî li ser jiyana wî nîne. Hayrettîn Akman ê bi fîşekê birîndar bû, piştî mudaxleya destpêkê ya li nexweşxaneya Edene ya Guney a Taybet, ji ber ku leşker e rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Edeneyê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê hat kirin. Piştî tedawiya li vê derê Akman ji nexweşxaneyê derket. Veysî Bozkir ê ji ber guleyên polîsan ji zikê xwe birîndar bû, piştî Nexweşxaneya Guney a Taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê. Tê gotin ku jiyana Bozkir di xeteriyê de ye.

POLÎSAN XWE VEKIŞANDIN

Berxwedana gel tevahiya şevê dewam kir. Polîsên ku wesayîtên wan jî zerar dîtin, li pêşberî berxwedana gel neçar man xwe vekişînin. Nobeda gel a bi danîna bendan hat girtin, heta serê sibehê dewam kir.

BERXWEDANA HETA DANÊ SIBEHÊ

Li navçeyên Mersîn Tarsûs û Akdenîzê jî, gelê ku li hemberî êrîşên polîsan ket rewşa xweparastinê, heta danê sibehê li ber bendan xwe parast. Li taxên Yenî Pazar û Şevket Sumer ên navçeya Akdenîzê, polîsên Tirk li pêşberî berxwedana gel neçar ma xwe vekişîne.

Li Tarsûsê jî ji ber terora polîsan 3 kes birîndar bûn û di dema tedawîkirinê de hatin binçavkirin.

24 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li taxên Fahrettîn Paşa, Barbaros, Tozkoparan û Gazî Paşa, 4 jê zarok bi giştî 21 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Bi vî rengî hejmara binçavkiriyan gihîşt 24 kesan.