Berteka Fransayê ya li dijî Sûriyeyê nerm bû

Berteka Fransayê ya li dijî Sûriyeyê nerm bû

Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, serokê Koalîsyona Netewî yê Sûriyeyê Ahmet Asî Cerba qebûl kir û di çareseriya ji derveyê mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê de israr kir.

Serokomarê Fransayê Hollande wihagot: “Her tişt divê ji bo çareseriya siyasî pêk were lê ev koalîsyon (muxalefeta Sûriyeyê) divê di serî de artêşa wê û hêza xwe ya pêwist wek alternatîfekê dane holê.” Hollande  da zanîn ku encax bi pêngaveke navneteweyî ya ji bo rawestandina dijwariyê, çareseriya siyasî dikare bê dîtin.

Hollande, siyasi bir çözüme ancak uluslararası toplumun “kimyasal katliam” örneğinde olduğu gibi tırmanan şiddeti durduracak bir hamle yapabildiğinde ulaşılabileceğini sözlerine ekledi.

DI MIJARA ALÎKARIYA ÇEKAN DE BÊDENGÎ

Di gotinên Hollande de erênîbûn balkişand.  Hollande roja sêşemê bi sefîran re axivî û gotibû: “Em jibo ku kesên alçax yên ku mirovên bê guneh bi gazê kuştin, ceza bikin amade ne.” Tê payîn ku parlamentoya Fransayê ji bo mijara Sûriyeyê biaxive dê di 4’ê îlonê de civîneke asayî pêk bîne.

Hollande di daxuyaniya xwe ya îro de da zanîn ku dê Fransa hemû alîkariyê, piştgiriya siyasî û heman demê de alîkariya mirovahî jî bide. Her wiha balkêşbû ku Hollande di axaftina xwe de ji bo Koalîasyona Netewî ya Sûriyeyê de îfadeyeke ku ‘piştgiriya leşkerî zêde bike’ bikarneanî. Koalîasyona Netewî ya Sûriyeyê di sala dawî de sê caran serokê xwe guher û ev parçebûna Artêşa Azad a Sûriyeyê bêbaweriyê zêde dike.

Di mulakata Ahmet Cerba ya di rojnameya Le Parîsîen de destnîşan kiribûn ku bila welatên Rojava êrîşeke cezakirinê li hemberî Sûriyeyê pêk bîne û xwest piştgiriya siyasî û leşkerî bidin OSO’yê.

Li aliyê din Hollande bi  serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku heyeta NY’ê ya li Sûriyeyê lêkolînan dike bi lez û bez xebatên xwe bidomîne û xwest demildest raporê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bikin.