Bersiva Iraqê ya ji bo Erdoğan: Em destûrê nadin!

Hikûmeta Iraqê bersiv da gefên Erdoğan ên derbarê dagirikirina Şengalê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ibrahîm El Caferî bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê li Bexdayê Ahmet Yildiz re axivî û Şengal bû rojev.

Piştî hevdîtinê ofîsa Caferî daxuyanî da û got: "Iraq wê destûrê nede ku ti hêzeke leşkerî ya ji welatê cîran li ser xaka wan operasyonê bike."

Caferî got ew ê qebûl nekin ku hêzên Tirk sînor binpê bikin û xwest ku yekîneyên leşkerî yên Tirk ji Başîka derkevin.

Serokkomarê Tirk Erdoğan piştî  komkujiyên li Efrînê tim gefan li Kurdan dixwe. Duşemê gotibû, "Şevekê ji nişka ve em ê werin" û gef li Şengalê xwaribû.