Bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê kujerên Pirsûsê deşîfre kir

Bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Şeyhanlioglû, têkildarî qetlîama li Pirsûsê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Halîl Îbrahîm Yildiz sûcdar kir.

Bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê  Huseyîn Şeyhanlioglû diyar kir ku ev êrîş Roboskiyeke nû ye û îddîayên Serokê Giştî yê AKP’ê R. Tayyip Erdogan û Suleyman Soylû pûç kir. Şeyhanlioglû diyar kir ku berpirsên vê komkujiyê parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û malbata wî ne.

Bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglû li ser malpera Hîcrethaber.com’ê qala bûyera li Pirsûsê kir. Şeyhanlioglû diyar kir ku malbata Şenyaşar ne PKK’yî ne û got ku “Ev bûyer, Roboskiyeke nû ye.”

Va ye beşeke ji wê nivîsê:

“Bûyera Pirsûsê Roboskiyeke nû ye.

Namzetê AKP’ê beriya 3 rojan, diçe serdana vê dikanê. Xwediyê dikane diyar dike ku ew HDP’yî ye û êdî bi siyasetê re eleqedar nabe. Dibêje careke din neyên ba me. Di roja bûyerê de nêzî 50 kes tên dikanê û nîqaş derdikeve. Birayê Yildiz ê selefkar çêran li xwediyê dikanê dike. Mêrik jî dibêje jin di dikanê de ne û biçin. Di vê kêlîkê de nîqaş dibe êrîşeke çekdarî û birayên Yildiz guleyan direşînin. Zilam û kurê xwe birîndar didin. Xwediyê dikanê dema ku vî tiştî dibîne, bi tivingê tê birayê Yildiz ê selefkar dikuje.

Xizm û parêzvanên Yildiz li nexweşxaneyê mêrikê birîndar û kurê wî bi tupê oksîjenê dikujin. Parêzvanên Yildiz kamerayên nexweşxaneyê dişkînin û polîs jî tê de her kesî derdixin derve, bav û du kurên wî bi awayekî hovane qetil dikin.”