Bernameya 1’ê Îlonê ya BDP’ê diyar bû
Bernameya 1’ê Îlonê ya BDP’ê diyar bû
Bernameya 1’ê Îlonê ya BDP’ê diyar bû
BDP’ê di çarçoveya 1’ê îlonê Roja aştiyê ya Cîhanê de bernameya xwe ya mîtîngan ya li çar bajaran diyar kir. Mîtîng dê li Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê pêk were.
Di nîşeya ku ji aliyê BDP’ê ve hatiye dayîn de, mîtîng li çar navendan hatiye plankirin û bername û kesên tevli mîtîngan bibin hatin aşkerakirin.
Li gorî vê li Amedê di 1’ê îlonê de saet di 16.00’an de li Qada Îstasyonê dê pêk were. Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, Parlamenter Nursel Aydogan, Hasîp Kaplan, Altan Tan, Leyla Zan û Husamettîn Zenderlîoglu dê tevli bibe.
Mîtînga li Stenbolê dê li Qada Îskele saet di 16.00’an de. dê pêk were. Kesên tevli mîtîngê bibin wihane; Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Halîl Aksoy, Sirri Sureya Onder, Sabahat Tuncel û parlamenterê HDK’ê Levent Tuzel
Mîtînga li Wanê dê li Parka Altayli saet di 16.00’an de pêk were. Kesên tevli mîtîngê bibin wihane; Wekîla serokê Koma Meclisa BDP’ê Pervîn Buldan, parlamenter Esat Canan, Mulkiye Bîrtane, Nazmî Gur û Ozdal Uçer.
Li Mêrsînê jî li Qada Îstasyonê saet di 17.00’an de dê pêk were. Wekîlê serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken, parlamenter Îbrahîm Bînîcî û Ertugrul Kurkçu dê tevli bibe.