Beriya serdana Erdogan erdhêjzede hatin dorpêçkirin
Beriya serdana Erdogan erdhêjzede hatin dorpêçkirin
Beriya serdana Erdogan erdhêjzede hatin dorpêçkirin
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan îro pêş serdana wî ya Wanê li bajêr weke rewşa awerte lê hatiye. Polîsan erdehejzedeyên ku di greva birçîbûnê yên konteynerên Tahirpaşa û Anadolu de xistine dorpêçê.
Hatina Serowezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ya Wanê ku saet jê re mane, ewlehiyên parastinê hatine zêde kirin. Serokwezîrê tirk ku dê li Wanê mîtingê çêbike rêyên Erciş û Qelqeliyê beşên ku kêm mane û xebatên qîrkirinê berdewam dikin. Dema di saetên serê sibê de polîsên ku rêya kerwanê dawetekê girtin xwastin lêgerînê bikin xwediyên dawetê nerazîbu dan. Ji ber vê yekê di navbera polis û welatiyan de alozî derket. Polîsên ku hemû rêyên ketin û derketina bajêr girtine li ser hev kontrola nasnameyan dikin.
Erdoganê ku di duwemîn salvegera erdheja Wanê de dixwaze şovan bike, erdhejzedeyên ku di konteyneran dene ku dixwazin bi zorê derxin, ew jî du mehin di greva birçîbûnê dene ji aliyê polîsan ve hatine dorpêç kirin. Di saetên serê siharê de polîsên ku çûne bajêr li erdhejzedeyên ku di greva birçîbûnê dene gevên ‘ti şaştiyan nekin’ kirin. Erdhejzedeyên ku li hember rewşê nerazîbûna xwe nîşan didin, dorpêça polîsan jî li dora konteyneran berdewam dike.