Beriya hilbijartinê sextekariyên AKP’ê dest pê kir

Li Şirnexê li gelek gundên ku zêdetir hilbijêrên HDP’ê lê hene walî daxwaz kir ku cihê sindoqan biguherîne. Li Colemêrgê jî bi heman daxwazê serlêdan ji bo YSK’ê hate kirin.

Tirsa windakirinê ya rejîma AKP-MHP’ê zêde dibe. Ji ber rolê diyarker û krîtîk yê HDP’ê, dengên HDP’ê di hedera wan de ne.

Walitiya Colemêrgê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê li 134 gund û taxên bajar ji bo ku sindoq li 38 gundan were danîn serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû û hate zanîn heman bûyer li Şirnexê jî derket holê. Walitiya Şirnexê di rojên derbasbûyî de li tevayî bajar û bejahiyê daxwaz ji YSK’ê kiribû ku cihê sindoqan biguherîne û li navendên din dane.

CIHÊN HERÎ ZÊDE DENG JI HDP’Ê RE TÊ DAYÎN

Pêngava walitiyan tê wateya hedefkirina dengên HDP’ê. Ji ber ku pêkanîn li navenda Şirnex, navçeyên Basan, Silopî, Qilaban û Êlkê, gundên ku herî zêde HDP’ê deng bidest xistiye. Hate ragihandin ku dixwazin sindoqan li bajarok û cadeyên giştî yên girêdayî navend û navçeyan were  danîn.

Duh rêveberên Rêxisitna navçeya Silopî ya HDP’ê têkildarî plana bicihkirina sindoqan bi Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re civiyabû. Desteyê ji HDP’yiyan re ragihand ku têkildarî mijarê Wezareta Karê Hundir amadekariyan dike û piştî ku amadekarî qediyan wê agahiyan bi wan re parve bikin.