Beriya hilbijartinê banga hevgirtinê li hêzên demokrasiyê hate kirin

Gelek partî û rêxistinên civaka sivîl ku HDP jî di nava wan de cih digire, daxwaza berdana 5 siyasetmedarên kirin ên li Edeneyê haitbûn destgîrkirin û banga hevgirtinê li hêzên demokrasiyê kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê û Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxwaza berdana siyasetmedarên hatibûn destgîrkirin kir.

Siyasetmedar ji ber beşdarî greva birçîbûnê ya 2 rojan a ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatibûn destgîrkrin.

Kesên hatibûn destgîrkirin Berdevka Rêveberiya Bajarê Edeneyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Olcay Suzgun, Alîkarê Serokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Edeneyê û Serokê Komeleya Jiyana Nû ya Edeneyê Hasan Kocaman, Serokê Partiya Jinûve Rizgariya Sosyalîst (SYKP) ê Edeneyê Mehmet Alî Gulşen bûn. Diyar bû kesên hatine destgîrkirin li Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê têne girtin.

Bi armanca protestokirna kesên hatine destgîrkirin li Parka Înonu daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Serokê Partiya Jinûve Rizgariya Sosyalîst (SYKP), Partiya Ked (EMEP) û gelek kes beşdar bûn.

Girseya gel pankarta “destgîrkirin, girtin û zext nikarin bi me’ û bê navber dirûşmeya ‘zext nikarin bi me’ berzkirin. Piştre Hevserokê HDP’ê Mehmet Mahsûn, Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllarî axivîn.

Qisekeran destgîrkirina siyasetmedaran şermezar kir û banga hevgirtinê li hêzên demokrasiyê kirin.