BLOGA ZINDÎ

Berî ku Hevşaredar werin girtin, li qeyûm geriyane!

Tê gotin beriya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê werin binçavkirin, AKP’ê li qeyûmê ku li şûna wan rûnê geriya ye. Navê ku pêşniyar lê kirine jî Ahmet Bîlgîn e, ku 1994-1999’an ji Partiya Refahê Serokşaredartî kiriye.

Li gorî agahiyan, beriya binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî, AKP ji mêj ve ketine nava lêgerîna qeyûmê. Parêzerê hevşaredaran Mehmet Emîn Aktar got, "Miwekîlên me beriya ku derkevin dadgehê diyar bûbû ku wê wan bişînin kîjan girtîgehê." Her wiha derkete holê, beriya ku Kişanak û Anli werin binçavkirin jî AKP ketiye nav lêgerîna qeyûmê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şandeyeke AKP’ê ku di nav de Serokê Bajêr ê AKP’ê yê Amedê Mûhammet Akar jî heyî, teklîf birine ji Ahmet Bîlgîn ku 1994-1999’an ji Partiya Refahê Seroktiya Şaredariya Amedê kiriye. Lê li gorî saloxan, Prof. Dr. Ahmet Bîlgîn ku niha li Dekaniya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kirikkalayê kar dike, ev teklîf qebûl nekiriye.

Li ser vê dema ku me bi telefonê xwe gihand Ahmet Bîlgîn pêşî got, ‘’hûn ji kû bi vê hisiyan?’’ û piştre bêdeng ma. Piştre jî got, ‘’tiştekî wiha nîn e’’ û telefon girt.