Berfê li Rojava jiyan rawestand

Berfê li Rojava jiyan rawestand

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber barîna berfê ku ev 2 rojin didome, zêdetirî 200 wesayît asê man. Wesayît û nêzî 350 rêwî, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin rizgarkirin. Li nava bajaran jî di warê jiyanî de gelek zehmetî derketin û dibistan ji bo rojekê hatin girtin.  

Barîna berfê li Rojavayê Kurdistanê jiyan rawestand. Ji ber berfa ku ev 2 roj in dibare, şevê din rêya Dêrik-Girkê Legê, Girkê Legê-Çilaxa, Çilaxa-Tirbespiyê, Tirbespiyê-Qamişlo, Qamişlo-Amudê, Amûdê-Dirbêsiyê, Dirbêsiyê-Serêkaniyê, Serêkaniyê-Til Temir hatin girtin. Zêdetirî 200 wesayitan jî di van rêyan de asê man.

Wesayîtên ku asê mabûn ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava ve hatin rizgarkirin. Her wiha nêzî 350 welatiyên di van wesayîtan de jî anîn bajaran.  

Li gorî agahiyên ku rayedarên Asayîşê dane, rêya Dêrik û gundê Wanikê ku 4 kîlometre dûrî bajar e, rêya Hesekê-Dirbêsiyê, Qamişlo-Amûdê hîn girtî ye. Rayedarên Asayîşê ji welatiyan û xwediyên wesayîtan xwestin ku mecbûr nebin dernekevin rêyên dûr an jî tedbîrên xwe bigirin.

Li aliyê din komîteyên şaredariyên bajaran jî dest bi paqijkirina navenda bajaran kirin.

Li navenda bajaran jî, ji ber berfê welatiyan gelek zehmetî kişandin. Berfa ku di helene li kolanan golên biçûk ên avê çêkirin. Ber deriyê gelek dikanan jî tije av bû. Di saetên serê sibehê de welatiyên ku ji bo pêdiviya nan derketin derve jî zehmetî kijandin. Hinek welatiyan jî ber deriyên mal û dikanên xwe paqij kirin.

 Li aliyê din Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Mamosteyan jî duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku li dibistanên bajarên Rojava perwerde ji bo rojekê hatiye sekinandin.