BI DÎMEN

Berêz Ebas: Tirkiyeya nû Kurdistanê wek beşeke xwe dibîne

Li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser başûrê Kurdistanê, dîroknas Berêz Ebas got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê helwesta wê tune ye, her wiha dengên nerazî yên li dijî dagirkeriyê jî tepeser dike.”

Dewleta Tirk a faşîst û qirker êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Di vê derbarê de dîroknas Berêz Ebas ji ANF’yê re axivî.

‘TIRKIYEYA NÛ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEKE BEŞEKÊ XWE DIBÎNE’

Berêz Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker paşxaneyeke wê ya dîrokî ya dagirkeriyê heye û got: “Di sala 1918’an de dema ku Agirbesta Mondrosê di navbera Xîlafeta Osmanî û Hevpeymananan de hat îmzekirin, wê demê Mûsil yanî başûrê Kurdistanê nakeve destê Hevpeymanan, wê demê peymana Mîsaqa Millî çêdibe, Mûsil wek beşeke Tirkiyeyê tê dîtin û paşê Brîtanya ji ber berjewendiyên xwe Mûsilê dagir dike. Dewleta Tirk niha wisa hest dike ku Mûsil ji dest çûye û başûrê Kurdistanê wek beşeke Tirkiyeyê û mîrateya Xîlafeta Osmanî dibîne. Ev pirsgirêkeke dîrokî ye û ne nû ye, niha jî hikûmetên Tirkiyeyê ku salane budçeyê diyar dikin, yek lîreyî wek nîşane ji bo wîlayeta Mûsilê datînin, ango Mûsil ser bi Xilafeta Osmanî yan ser bi Tirkiyeya nû ye û çawa ku derfetek ji me re çêbe, em ê wê dagir bikin. Wîlayeta Mûsilê ji Silêmanî û Hewlêrê pêk tê û başûrê Kurdistanê beşek e ji wîlayeta Mûsilê, ev yek komplekseke dewleta Tirkiyeyê ye, wek wê kompleksa dîrokî ku li hember rojavayê Kurdistanê heye. Têkiliya wê bi PKK’ê re tune ye. Bi ya min têkiliya sedemên bingehîn ên Tirkiyeyê bi mijarên aborî, siyasî û jeopolîtîk re heye.”

‘ARMANCA TIRKIYEYÊ JI DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ABORÎ YE’

Di berdewamiya axaftina xwe de Berêz Ebas da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker lêdana parçeyên Kurdistanê û bi rêya kompaniyan kontrolkirina aboriya başûrê Kurdistanê ye û wiha domand: “Armanca Tirkiyeyê petrol û aborî ye, li gorî rêyên leşkerî bi rêya kompaniyan dikare baştir dagir bike. Bi rêya lêdana li statûya Herêma Kurdistanê, dixwaze ji herêmên Kurdî û bakurê Kurdistanê re bibêje ku ez dikarim bi hêza leşkerî bigihîjim her cihê ku ez dixwazim, her wiha ez ê bi rêya dagirkirina başûrê Kurdistanê wan dengên nerazî yên ku li bakurê Kurdistanê hene, bêdeng bikim. Armanceke din jî lawazkirin a PKK’ê ye bi rêya kontrolkirina gund û herêmên Kurdî da ku tevger û hevkarî tune be, di dawiyê de ev armanc jî beşek in ji daxwazên wê yên aborî, her wiha ji bo ku ji gelê Kurd re bibêje em dikarin bigihîjin her cihê ku em dixwazin. Di rastiyê de ezmûna dîrokî ya PKK’ê ji me re dibêje ku bi vî awayî PKK lawaz nabe û armancên Tirkiyeyê jî pêk nayên”

‘TIRKIYE LEWAZIYA HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ BI KAR TÎNE’

Berêz Ebas da zanîn ku divê berjewendiyên neteweyî berî her tiştî bin û got: “Divê hemû hêzên siyasî berjewendiyên neteweyî wek prensîb bigirin û berî partî û komên wan bin. Tirkiye lawaziya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi kar tîne, bi hêsanî tê ser sînor û xwezaya Kurdistanê xerab dike û daran dibire û hêzê ava dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Berêz Ebas got: “Li hin deveran xwestin xwepêşandanan bikin û berteka xwe nîşan bidin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê lê girt. Nexwe rêkeftineke veşartî heye. Hikûmet ne tenê helwesta wê tune ye, her wiha hincetan jî jê re tîne û rê nade mamoste, rewşenbîr û hunermendan ku xwepêşandanan bikin û dengê xwe derxin, wan dengan tepeser dike.”