Berdevkê Platforma Piştevaniya Taksîm Kahraman hat sirgûnkirin

Berdevkê Platforma Piştevaniya Taksîm Kahraman hat sirgûnkirin

Berdevkê Platforma Piştevaniya Taksîmê ya piştî çalakiyên Parka Gezî hat avakirin Serokê Şubeya Odeya Plansazkarên Bajêr a TMMOB Tayfun Kahraman sirgûnî Dîlokê hat kirin.

Berdevkê Platforma Piştevaniya Taksîmê Tayfun Kahraman ku di Desteya Parastina Herêma Stenbolê ya Wezareta Çand û Turîzm de wek pispor kar dike bi awayekî “demkî” ji bo mehekê şandin Dîlokê. Hat ragihandin ku der barê vê tayînê de heta niha teblîgateke fermî nehatiye aşkerekirin.

Di 27’ê Gulanê de li Taksîmê di çalakiyên ku bi mebesta parastina Parka Gezî hatin destpêkirin, bi êrişa polîsan re  li tevayî welêt belav bûn û heta 24’ê Hezîranê berdewam kirin de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 7.681 kes birîndar bûn û 2.841 kes jî hatin binçavkirin.