Berdana Adnan Çelebî ji bo sê mehên din hate taloqkirin
Dewleta Tirk, Adnan Çelebî yê ku 31 sal in li girtîgehê dihêle, berdana wî careke din bi hincetên kêfî ji bo sê mehan taloq kir.
Dewleta Tirk, Adnan Çelebî yê ku 31 sal in li girtîgehê dihêle, berdana wî careke din bi hincetên kêfî ji bo sê mehan taloq kir.
Adnan Çelebî li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin û cezayê wî di 11’ê Îlona 2024’an de xelas bû. Lê belê Desteya Îdare û Çavdêriyê roja ku wê Çelebî tehliye bûbûya, tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir.
Çelebî, di 11’ê Kanûnê de careke din derket pêşberî lijneyê. Lijneyê, vê carê jî bi hincetên weke “Poşman nîne” û “Neçûye qawîşa girtiyên serbixwe” tehliyeya Çelebî ji bo 3 mehan taloq kir.
Adnan Çelebî, di 14’ê Îlona sala 1994’an de li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê hate binçavkirin. Di 14’ê Cotmeha sala 1994’an de jî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn.