Belûcî şîna 3 zarokên xeniqîn digirin

Belûcî şîna 3 zarokên ku di golê de xeniqîn digirin.

Belûciyên ku li gelek herêmên Îranê ne bi taybetî li eyaletên Belûcistan û Sistanê ne, li bajarê Çabeharê trajediyek bi serê wan ve hat. Sê zarokên keç ên ji 9 heta 10 salî li gundê Welimihemmedbazarê ji bo vexwarinê avê bînin çûn gol û çalên bi ava baranê tijî bûn. Zarokên bi navê Monire Xêdemeti (9), Meryem Xêdmeti (10) û Yesra Dilşip ketin nava golê û xeniqîn. Du ji her sê keçan xwişkên hev in. Malbatên ku dîtin zarokên wan dereng mane, ber bi golê ve çûn. Lê cenazeyên her sê keçan dîtin.

Belûcî ji ava baranê ya ku li çalan kom dibin dibêjin Hotig. Li herêmên ku Belûcî lê ne xizmeta ava vexwarinê nîne. Lewma hewl didin bi derfetên xwe ava li gol û çalan kom dibe ji bo vexwarinê bi kar bînin.