Dîmen, wêne û belgeyên komkujiyên ku Serokkomarê Tirk Tayyip Erdoğan tevî çeteyên xwe DAÎŞ û El Nûsra li Efrînê û gelemperiya Rojava kir, li ber avahiya Parlamenta Ewropayê têne nîşandan. Dîmenên komkujiyan bi rêya panela LED (ekrana dîjîtal) li meydana Luksemburg a li ber avahiya Parlamenta Ewropayê têne nîşandan.
Çalakî ji laiyê Platforma Piştgiriya bi Efrînê ya Belçîkayê ve tê organîzekirin û wê 5 rojan ji sibê zû heta êvarê bidome. Li ser kuştina jin û zarokan, her wiha hilweşandina cih û warê sivîlan li Efrînê, belgeyên ji 60 wêne, 30 karîkatur û gelek dîmenan têne nîşandan.
Kurdistaniyê bi navê Delil Ağbaba li ser çalakiya xwe ya li meydana Luksemburgê got, "Em dixwazin komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye ji raya giştî ya Ewropayê re ragihînin."