Belgeya bertîlê 'Ji bo yê jor (!)'

Belgeya bertîlê 'Ji bo yê jor (!)'

Li Tirkiyeyê di dema operasyona bertîlê de di lîsteya ku hate girtin de li hemberî 2 mîlyon 100 hezar euro îbareya ‘cash to jor(yukarı)’ balk kişand. Îfadeya ‘jor’ ya ku di belgeyan de bû di çapemeniya tirk de hat nîqşakirin, hat îdiakirin ku ev îbare wezîrekî temsîl dike.

Li gorî îdiaya di rojnameya Cumhuriyetê de cih girt di dema operasyonê de di dema şopandina teknîkî de lîsteyeke bertîlê hatiye bidestxistin. Di vê lîsteyê de bertîla ku dane wezîrekê hatiye rêzkirin. Di lîsteyê de tişta ku balê dikişîne transfera pereyane.  Li gorî îdiayê bi koda ‘cash to jor’ transfera pere hatiye kirin.  Li gorî îdiaya lîsteyê 2 mîlyon 100 hezar euro di 12’ê mijdara 2012’an hatiye dayîn.  Îdiayeke din ya balê dikişîne kuryeya ku pere dibe ji wezîr re û  kesê pere daye ‘cash to jor’ heman kese. Ev lîsteya pereyan ku kesê ji Reza Zarrab re dixebite, Abdullah Happanî amadekiriye, tevgera malî qeyd kiriye.  Her wiha di lîsteyê de nîşeya ku pere dane kurê wezîrekî jî cih digire. Tê îdiakirin ku ev hejmar jî 105 mîlyon lîraye.

Di dosyayê de  hat gotin ku dema wezîr lîsteya mijara gotinê dîtiye, bertek nîşanê ku ew bi awayekî îfadekirî xistine bin qeydan daye û hat îdiakirin ku ev bertek xistine bin şopandina teknîkî. Pereyên ku hatine dayîn  bi dîrok û agahiyên kuryeyê hatine qeydkirin.