Belgefilma 'Bakur' li Berlinê hat temaşe kirin
Belgefilma 'Bakur' li paytexta Elmanya Berlinê bi tevlibûna sedan kesî hat temaşekirin.
Belgefilma 'Bakur' li paytexta Elmanya Berlinê bi tevlibûna sedan kesî hat temaşekirin.
Belgefilma 'Bakur' a ku ji aliyê Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demirel ve li ser jiyana gerîlayên PKK'ê bû, cara yekem li paytexta Elmanya Berlînê hate temaşekirin.
Belgefilma ku li salona Sînemaya Ûnîon Fîlmtheater, bi tevlîbûna siyasetmedar, Hunermend, Nivîskar û Rojnamevan jî di nav de 160 kes belgefilm temaşe kir.
Piştî temeşekirina belgefilmê 'Bakur' Mavîoglû ji temaşevanan re li ser naveroka belgefilm axivî; "Bi belgefilma 'Bakur' re me xwest em jiyana gerîla nîşanî hemû cîhanê bidin û bidin naskirin. Li rexmê ku di destê wan de çek heye, gerîla heta dawiyê aşitiyê diparêzin û hezeke baweriya wê bi komareki demokratik heye."
Wê li bajarên din yê Elmanyayê jî belgefilma 'Bakur' were pêşkêşkirin.