Belçîkayê hişyariya 'pêwendiyê qut neke' da Tirkiyeyê

Di dema ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gerîlayên PKK'ê dewam dikin de, Belçîkayê hişyariya 'pêwendiya bi Kurdan re qut neke' û 'di destwerdanê de bi pîvan tevbigere' da Tirkiyeyê.

Di dema ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gerîlayên PKK'ê dewam dikin de, Belçîkayê hişyariya 'pêwendiya bi Kurdan re qut neke' û 'di destwerdanê de bi pîvan tevbigere' da Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Dîdîer Reynders duh daxuyaniyek da û ji dewleta Tirk xwest ku di operasyonên li hemberî PKK'ê de 'bi pîvan' tevbigere. Reynders bal kişand ser HDP'ê û banga 'pêwendiya bi tevgera Kurd a xwedî temsîliyetê ye qut neke' li hikûmeta Tirk kir.

Reynders der barê polîtîkayên zext û çavtirsandinê yên li hemberî HDP'ê de Tirkiye hişyar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê bibîr xist ku HDP li parlamentê xwedî temsîliyeteke cidî ye û got, "Divê Tirkiye hebûna partiyeke (HDP) rewa ya li parlamentê xwedî temsîliyeteke xurt e, li ber çavan bigire."

Beriya Belçîka, di serî de Elmanya hin welatên Ewropayê bal kişandibûn ser operasyonên li hemberî PKK'ê û hişyariya 'bi Kurdan re pêwendiyan qut nekin' dabûn.