'Bêhna Gemar a Faşîzma Hikûmetê ye'

'Bêhna Gemar a Faşîzma Hikûmetê ye'

Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' ku ji bo siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin serbest bêne berdan tên lidarxistin de bertek nîşanî gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan ku ji bo çalakiya Parka Gezî gotibû "Bêhna gemarê jê tê" hate dayîn. Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçe di çalakiya li Dêrikê de got: "Bêhna azadî û berxwedanê ji Parka Gezî tê. Bêhna gemar a faşîzma hikûmetê ye."

PIRSÛS

Li navçeya Pîrsûsê ya Rihayê ji bo siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin bên berdan di navde xebatkarên şeredariyê jî heyî gelek kes li ber Şaredariya Pirsûsê hatin cem hev. Endamên BDP'ê, nûner û gelek endamên sendîqeyan jî piştgirî dan çalakiyê. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Rihayê Halît Şahîn, di çalakiyê de axivî û bang kir ku, hemû siyasetmedarên Kurd bên berdan.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê jî bi heman mebestê gelek kesên di nav de endamên BDP'ê, sendîqeyan û xebatkarên şaredariyê heyî ji bo daxuyanî bidin çapemeniyê,li ber avahiya Şaredariya Wêranşarê hatin ba hev. Nûnerê Sendîqeya Genel Îş a Wêranşarê Hîkmet Burun jî di axaftina xwe de balkişand ser operasyonên di bin navê KCK'ê de hatine lidarxistin û xwest ku kesên hatine girtin bi lez bên berdan.

DÊRIK

Ji bo ku siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin bên berdan li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî gelek kes li ber Şaredariyê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçe bertek nîşanê gotinên Serokwezîr Erdoxan ku ji bo çalakiya Parka Gezî gotibû "Bêhna gemarê jê tê" da û wiha axivî: "Bêhna azadî û berxwedanê ji Parka Gezî tê. Bêhna gemar ya faşîzma hikûmetê ye."

PEYAS

Xebatkarên Şaredariya Peyasê, endamên BDP'ê û gelek nûnerên sendîqeyan ji bo siyasetmedar û şaredarên hatine girtin serbest bên berdan li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev. Parlamentera BDP'ê Emîne Ayna û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd ên girtî bên berdan.

ERDÎŞ

Li bajaroka Eganisa Erdîşa Wanê jî bi heman mebestê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" hate vekirin. Endamên BDP'ê, nûnerên sendîqa û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de êrîşên li hemberî berxwedêrên Parka Gezî hatin şermezarkirin û hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest bên berdan.