BDP: Kî dê ji Karela Generallan re bêje raweste?
BDP: Kî dê ji Karela Generallan re bêje raweste?
BDP: Kî dê ji Karela Generallan re bêje raweste?
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê û endamê Komîsyona Plan û Butçeyê Adîl Zozanî, di nirxandina butçeyê de axivî û dosyaya der barê nelirêtiya OYAK Bankê aşkere kir. Zozanî, anî ziman ku di dîroka komarê de nelirêtî û diziya herî mezin pêk hat. Zozanî wiha got: "Li gorî vê dosyayê di kirîza sibata 2001'an de Banka OYAK'ê 50 mîlyar ji Sumerbankê stend û di nava salekê de 150 trilyon kar bi dest xist. Generalên ku nêzî 60 îştirakê wan heye, ji bilî vê yekê li dervê jî bazirganiyê dikin. Kî dê ji vê nerilêrtî û rekabeta neheq a Kardela Generalan a 275.990 endamên wan heye re bêje bes e?"
Endamê Komîsyona BDP Plan û Butçeyê û Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî, di Lijneya Meclisê ya Giştî de li ser niqaşên buçeya 2014'an nirxandin kir. Zozani, anî ziman ku li Tirkiyeyê rojane rojev tê guhertin û îxtîdara siyasî tune. Zozanî anî ziman ku di nirxandina butçeya 2014'an de 10 rojin nirxandinê dikin û tê dîtin ku rewşa butçeya Tirkiyeyê di çi halî de ye û wiha got: "Em wekî komîsyona Plan û Butçeyê ya BDP'ê me şehra muxalefetiya xwe danî holê. Di dîroka komarê û 2 sed salên dawî yên Osmaniyê de gelê kurd her dem cuda hat dîtin. Niha ev cudakarî derketiye asta herî jor. Di serdema 24'an a parlamentoyê de mafê Birêz Hatip Dicle hat gaspkirin. Dîsa birêz Selma Irmak, Gulser Yildirim, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş û Îbrahim Ayhan hatin girtin û hêj girtî ne. Em niha bi vê eybê dijîn."
Zozanî da zanîn ku ew dixwazin bi gelê xwe re bi hevre pêşerojek aştî û demokratîk ava bikin û wiha berdewam kir "Divê roteya Tirkiyeyê ya aborî, siyasî bê guhertin. Li Tirkiyeyê ji sedî 20 herî dewlemend in û ji sedî 20 jî herî xizan in. Di navbera hatin û lêçûna wan de ferqek gelek mezin heye. Di serdema hikûmeta AKP'ê ya 11 salan de keştiyên zêdeyi 40 dolar milyarderan heqê çend simîtvan dikevin gelo. Li gori qeydên SGK'ê 5 milyon 200 hezar kes qeydkirî ne."
Zozanî wiha got: "Li gorî vê dosyayê di kirîza sibata 2001'an de Banka OYAK'ê 50 mîlyar ji Sumerbankê stend û di nava salekê de 150 trilyon kar bi dest xist. Generalên ku nêzî 60 îştirakê wan heye, ji bilî vê yekê li dervê jî bazirganiyê dikin. Kî dê ji vê nerilêrtî û rekabeta neheq a Kardela Generalan a 275.990 endamên wan heye re bêje bes e?"