BDP’iyan peyama Ocalan gihand KCK’ê

BDP’iyan peyama Ocalan gihand KCK’ê

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn, duh hevdîtin bi rayedarên KCK’ê re jî pêkanîn.

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan 7’ê Hezîranê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîbûn, şeva 11’ê Hezîranê derbazî Başûrê Kurdistanê. Hate hînbûn ku, 12’ê Hezîranê jî di demjimêrên serê sibehê de Demîrtaş û Buldan bi rayedarên di bin serokatiya Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan re hevdîtin pêkanîn.

Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan hevdîtina li Qendîlê piştrast kir û got, piştî hevdîtina bi rayedarên KCK’ê re îro vegeriyane Tirkiyeyê. Buldan da diyarkirin ku, peyama Ocalan gihandine Qendîlê û got, ew dê di hefteyên pêş me de serdanek din jî li Qendîl bikin.