Navenda Giştî ya BDP'ê der barê encama civînên Endamên Meclîsê û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê de daxuyanî da. BDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew dê li dijî polîtîkayên AKP'ê yên "BDP'ê xelas bike û gel bê rêxistin bike" bêtir xwe bi rêxistin bikin. BDP'ê da zanîn ku ew dê li dijî şer û êrîşa topyekun a tunebûnê têkoşîna berxwedan û rêxistinbûnê pêş bixin.
Navenda Gişti ya BDP'e encamnameya civînên Endamên Meclîsê û Rêveberiya Lijneya Navendî ya BDP'ê ku di 21-22'ê Kanûnê de pêk anî aşkere kir. BDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê polîtikayên hundir û derve yên hikûmetê diyar dike û wiha got:
"Ev geşedanên li Sûriyeyê di serî de pêşeroja gelê kurd û hemû gelê Rojhilata NAvîn diyar dike. Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên xwe yên li hemberî Sûriyeyê têk çû. Hikûmeta AKP'ê bi her alî piştgiriyê dide komên çete yên radîkal û dixwaze aloziya li Sûriyeyê pêş bixe."
BDP'ê di encamnameyê de da zanîn ku hikûmeta AKP'ê li dijî gelê kurd û BDP'ê şerekî topyekun daye destpêkirin û naxwaze ku kurd di qada siyasî, civakî û çandî de pêş bikevin û xwe bi rêxistin bikin. Di encamnameyê de da zanîn ku hêj stratejiya hikûmetê ya li hemberî kurdan nehatiye guhertin û li dijî destkeftiyên kurdan her tim di nava êrdîşê de heye.
Biryarên di civîna Meclîsa BDP'ê û MYK'a BDP'ê de hatin girtin wisa ne:
- Destketiyên gelê Rojova bên parastin, ji gelên Tirkiyeyê û cîhanê re bên vegotin. Bi gelê Rojava yê ku bi girtina deriyên sînor rastî ambargoyê tê di nava piştevaniyê de bin û ji bo deriyên sînor bê vekirin xebat bên kirin.
- Di salvegera komkujiya Roboskiyê de Hevserokên me yên giştî, wekîlên me û rêxistinên me yên Mêrdîn, Şinrex, Colemêrg û Sêrtê dê li Roboskiyê bin.
- Ji ber ku salek derbas bû di doza Roboskiyê de tû pêşketin çênebûn dê bi tevlîbûna Hevserokên me li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bê dayîn.
- Hemû rêxistinên me dê bîranîn û çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.
- Di 28'ê kanunê de çalakiya li avahiyên partiyê, kargeh, malan pateyên reş bên daliqandin li dar bixin.
- Hevserok û wekîlên me dê tevlî kongre û plansaziyên bajar û navçeyên me bibin.
- Rêxistinên me hemû dê malbatên hevalên hatin girtî ziyaret bikin û bi wan re di nava piştevaniyê de bibin.
- Rêxistinên me yên metropolan dê berpirsiyarêkî mafên karker û xebatkan diyar bikin. Dê pirsgirêkên karker û xebatkaran û binpêkirinên mafên mirovan dê ji koma me ya meclîsêş re bên ragihandin.
- Di çarçoveya civînên diyalogê re dê bi elewiyan re bên cem hev.