Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak der barê qetilkirina Sakîn Cansiz ku yek ji damezrînerên PKK’ê bû, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyaniyek da û êrîşa hovane bi tundî şermezar kir.
Demîrtaş û Kişanak di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku divê hikûmeta Fransayê komkujiyê ronî bike û bang li hemû kurdan kirin ku bila li cihê dimînin komkujiyê şermezar bikin.
Demîrtaş û Kişanak di berdewamiya daxuynaiya xwe de wiha gotin:
“Duh di saetê êvarê de li Parîsa paytexta Fransayê siyasetmedarên kurd yên jin ku li boruya Enformasyon a Kurd ya Parîsê bûn; Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Em vê bi tundî şermezar dikin.
Em ji hemû gelê kurd re sersaziyê dixwazin. Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin vê komkujiyê beyî ku cih bide teredutan demildest ronî bike. Ev sûîkasta kul i herêma herêma herî qelebalix a Parîsê pêk hatiye, bila baş bê zanîn ku ev tu carî nekar bê veşartin.
Kesên li her derê cîhanê mirinê ji kurdan rewa dibînin, divê vê baş bizanin ku bedela azadiya gelê me çi dibe bila bibe, em dê ji bedeldayînê dest bernedin. Ev 3 hevalên me yên bi rumet ku jiyana xwe dan pêşeroja gelê xwe, em li hember bîranîna wan rêzdariya xwe nîşan didin.
Em bang li hemû gelê kurd dikin ku li her cihê ku dijî, ji bo kujerên hevalên me bên dîtin û komujî neyê veşartin divê komkujiyê protesto bikin û em bang dikin ku xwedî li şehîdên xwe derkevin.”