BDP’ê xwest ji bo bûyera Lîceyê Meclis lêkolîn bike
BDP’ê xwest ji bo bûyera Lîceyê Meclis lêkolîn bike
BDP’ê xwest ji bo bûyera Lîceyê Meclis lêkolîn bike
BDP'ê xwest têkildarî bûyera di 28'ê hezîranê de li gundê Hezana Lîceya Amedê ya ku leşkeran girseya li dijî çêkirina qereqolan meşiyan gulebaran kir û Medenî Yildirim qetilkir lêkolîna Meclîsê bê vekirin.
BDP'ê xwest ku têkildarî bûyera di 28'ê hezîranê li gundê Hezan ê navçeya Lîceyê ya Amedê pêk hat lêkolîna Meclîs bê vekirin. Di pêşniyaznameyê de hate diyarkirin ku, di pêvajoya çareseriyê de hemû kes li benda gavên şênber û samîmî ne. Di pêşniyaznameyê de hate gotin ku, ligel gêrîlayên PKK'ê vedikişin biryarên di dema şer de hatin girtin di pêvajoya çareseriyê de tên lidarxistin.
Di pêşniyaznameyê de hate bilêvkirin ku êrîşên hikûmetê yên li hemberî çalakiyên demokratîk di mijara pêvajaya çareseriyê de bêbaweriyekî mezin çêbû û wiha hate gotin: "Herî dawî 28'ê hezîranê leşkeran girseya çêkirina qereqola li gundê Hezanê şermezar kir gulebaran kir û welatiyekî me jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn. Ligel şahidên bûyerê daxuyaniyên hikûmetê yên bûyerê bi derewînin ramana hikûmet di nav xebatên bi xwîn de ye. Dewletê di nava 30 salên dawî de li hemberî komkujiyên li dijî sivîlan bi gotina dewlet kur kirin xwe jê xilas dikir vê carê jî serî li rêbaza provokasyonê da. Ligel leşkeran bi raste rast girse gulebaran kir û kes qetilkirin û 8 kes jî birîndar kirin rayedarên hikûmtê bi gotinên 'ji nava girseyê gule berdan û leşkeran jî gule berdan hewayî û ji ber vê yekê hev hemû hatin jiyîn' bûyer bi gotinên ji rastiyê dûr îzah kirin. Ev yek jî nîşaneya bûyer dê bê veşartin."
BDP'ê xwest ku demildest bûyer bê lêkolînkirin û kiryar bên darizandin.