BDP’ê nerazîbûn nîşanî betalkirina wekîlan da

DBP a nerazîbûn nîşanî xistina 2 wekîlên HDP’î û 1 CHP’î da destnîşan kir ku şerê ku piştî 2’yê Adara 1994’an û şûnde li dijî tevgera siyasî ya Kurd hate destpêkirin û şûnde dixwazin qetlîamên li dijî gelê Kurd li ser Meclîsê re bidomînin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), jî bertek û nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû nîşanda.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şerê ku piştî 2’yê Adara 1994’an û şûnde li dijî tevgera siyasî ya Kurd hate destpêkirin û şûnde dixwazin qetlîamên li dijî gelê Kurd li ser Meclîsê re bidomînin û got: “Piştî vê darbeyê û şûnde hemû qetlîam, zext û girtinann jî tevgera siyasî ya Kurd her roja çû hê bihêztir bû.

DBP'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dozgerên FETO'yî xwestibûn Guven û Farisogûllari bên darizandin û ceza li wan bê birîn û wiha got: "Heyetên dadgehê yên niha ku ceza li Birêz Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari birîne, di girtîgehê de ne. Lê îqtidara faşîzan a AKP-MHP'ê xwestiye cezayên hatine bê birîn bên pesendkirin. Ev yek jî nîşan dide ku ne hewceye mirov li dûra li FETO'yê bigere. Îqtidara AKP-MHP'ê bi vê biryarê careke din piştrast kiriye ku ew lingê siyasî yê FETO'yê ne."