BDP’ê ji bo wêneyên Ocalan ji hikûmetê daxuyanî xwest

BDP’ê ji bo wêneyên Ocalan ji hikûmetê daxuyanî xwest

Piştî ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê di dema hevdîtinê de hat kişandin şûnde wekîla seroka koma BDP’ê Pervîn Bulan ji wezareta Dadê daxuyanî xwest.

Wekîla seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan der barê wêneyên di dema hevdîtina Ocalan ya BDP’ê re pêk anî hatiye kişandin û di çapemeniy civakê de hat weşandin, îro daxuyaniyek da. Buldan da zanîn ku wêneyên ku di destê wan de hem di alî kişandin û di alî poz de ji wêneyên ku hatine weşandin cudane û da zanîn ku ew der barê ku wêne ji kîjan çavkaniyê derketiye, jî nekarin şîrove bikin û got di vê mijarê de divê wezareta Dadê daxuyaniyek bide.

Buldan da zanîn ku di dema hevdîtinên li Îmraliyê de wêneyê hatin kişandin ji aliyê raeydarên Wezareta Dadê ve hatiye kişandin û got dema wêne dihatin kişandin midûrê girtîgeha 1’emîn û 2’emîn jî ligel wan bû, yanî wêne bi giştî di bin konrola wezareta Dadê de hatiye kişandin.

Bulan wiha pê de çû: “Wêneyên ji aliyê memurên wezareta Dadê ve hatin kişandin 3 heb bûn û dan me.  Yanî heman wêne bi me re jî bi wezareta dadê re jî heye. Lê wêneyên hatine weşandi, cuda ne û yên ku dane me cuda ne. Di vê mijarê de em daxuyanî dixwazin.

Me beyî destura Wezareta Dadê nexwest em biweşînin. Pêvajoya muzakereyê bi dîsîplînek mezin pêşve diçe. Heta destur dernekeve em wêneyan naweşînin.

Em ji wezareta dadê daxuyanî dixwazin. Di demeke wisa de weşandina wêneyan dibe ku armancên din bihundirîne.”