BDP’ê fezlekeya Gezî ji Wezareta Karên Hundir pirs kir

BDP’ê fezlekeya Gezî ji Wezareta Karên Hundir pirs kir

Parlamenterê BDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu, fezlekeya ku di 21’ê Hezîranê de ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Enqereyê ve hatibû amadekirin û têde saziyên demokratîk hedef hatibûn nîşandan ji Wezareta Karên Hundir pirs kir.

Kurkçu, di pêşniyarpirsa bi daxwaza Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler bersiv bide de, bi bîr xist ku di encama êrîşa polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 8000 kes jî birîndar bûne.

Kurkçu destnîşan kir ku têkildarî 23 girtiyan ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Enqereyê fezlekeyek hatiye amadekirin û got ku di fezlekeye de wek Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisan a Tirkiyeyê, Komeleya Huqûqê ya Hemdemî, Yekİtîya Tabîban a Tirkiyeyê, Baroya Enqereyê, Komeleya Mafê Mirovan, Odeya Tabîban a Enqere û gelek odeyên pîşeyê û rêxistinên demokratîk hedef hatine nişandan, dîsa ligel wan gelek parlamenter, ajansên nûçeyan, partiyên siyasî û komên xwendekaran hatine sûcdarkirin.

Kurkçu di pêşniyarpirsê de ev pirs ji Guler kirin:

- Li gorî wezareta we, “Muxalifbûna ji hikûmetê re” gelo sûc e?

- Li gorî wezareta we dema mirov li hemberî pêkutiyên ku polîs şîddeteke bêhevseng bi kar tîne gilî bike gelo sûc e?

- Li gorî wezareta we dema mirov rêya huqûqê nîşanî mexdûrên êşkenceyê bike û ji bo “gilî bikin” bibe alîkar gelo suc e?

- Rêxistinên sivîl ên demokratîk û pîşeyî yên navên wan di fezlekeye de derbas dibin dema berpirsiyartî û wezîfeya xwe pêk tînin gelo sûc e?

-Endamtiya ji partiyên siyasî re, mirov xwendekarê kovaran be û li hemberî polîtîkayên hikûmetê rêxistinkirin wek sûc tê dîtin?   

-Li ser tora civakî re dijberî hikûmetê propogandakirinx  ji bo tevlîbûna ji propogandayê bangawazîx gelo ji aliyê wezareta we ve wek sûc tê terîfkirin?

-Têkildarî vê fezlekeya ku aşkera belgeyeke nehuqûqî ye ji aliyê wezareta we ve lêkolîneke huqûqî û îdarî hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin encama wê çi ye?