BDP: Çapemeniya azad bi rêbazên wiha nikare were bêdengkirin

BDP: Çapemeniya azad bi rêbazên wiha nikare were bêdengkirin

Navenda Giştî ya BDP’ê bertek nîşanî biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhagê a Danîmarkayê ku lîsansên Nûçe TV, MMC û ROJ TV îptalkirin û got: “Em vê biryara dijhiqûqî şermezar dikin û em bang li hikumeta Danîmarkayê dikin ku ji vê bêhiqûqiya di dîroka demokrasiyê de bûye deqek qirêk vegere û hurmetê îşanî nirxên gelê Kurd bide.”

Di daxuyaniya ku Navenda Giştî ya BDP’ê dayî hate gotin ku “îro Danîmarka dê weke deqek reş bikeve dîroka demokrasiyê û îmze avêtiye binê biryareke skandal ya hiqûqa Yeketiya Ewropa binpê dike.” Hate diyarkirin ku, di encama doza ku bê maf û bêhiqûq ya li Dadgeha Eyaleta Kopenhagê dihate birêve birin, îro lîsansên weşana Nûçe TV, MMC û ROJ TV ku dengê gelê Kurd ên li sirgûnê ne îptal kirin û cezayê pere lê birîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, “Ev biryara dijhiqûqî di heman demê de di encama hewildanên dewleta Tirk û zextên wê de hatiye girtin” û wiha hate gotin: “Ev biryara ku hatiye girtin derbeyek li çapemeniya azad û azadiya agahî girtina gel. Weşanên mijara gotinê ên deng û nefesa gelê Kurd û Rojhilata Navîn ên di şert û mercên herî zehmet de li sirgûnê tekoşîn dane meşandinin, nûnerê çapemeniya azad ya li sirgûnê ye.

BDP’ê diyarkir ku, îptalkirina lîsansa weşanên Nûçe Tv, MMC û ROJ TV ku tenê armanca wê, li ser bingehê azadiyê agahiyan bide gel, bi awayek rast û objektîv weşanê bike, di heman demê de di weşana xwe de zimanê gelan, çanda gelan û nasnameya gelan bi awayek rast ragihand, li hemberî dengê gel ê azad derbeyeke girane.

Navenda Giştî a BDP’ê di daxuyaniya dayî de aşkera kir ku, di heman demê de ev biryar li bê hurmetiyeke li hemberî tekoşîna azadiya çand, ziman û nasnameya gelê Kurd. Daxuyaniyê wiha berdewam kir, “Ev biryar êrîşeke li hemberî weşana bizimanê dayîkê. Ev biryara Danîmarkayê ku ji krîterên Kopenhagê re jî malovaniyê dike, li nirxên demokrasiyê ên wê bi xwe re jî nayê. Bi vê biryarê normên hiqûq û demokrasî ên Yeketiya Ewropayê jî xistine bin lingan.

Em vê biryara dijhiqûqî şermezar dikin û em bang li hikumeta Danîmarkayê dikin ku ji vê bêhiqûqiya di dîroka demokrasiyê de bûye deqek qirêk vegere û hurmetê îşanî nirxên gelê Kurd bide.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, bi rêbazên dervey hiqûqî ew dê tu carî nekarin dengê azad ê gelê Kurd bêdeng bikin û wiha hate gotin: “Nûçe TV, MMC û Roj TV nebi tenê ne. Em heya dawî piştgiriyê didin tekoşîna çapemeniya azad û didin diyarkirin ku, em li gel wanin, em dê hemû bertekên xwe ên dîplomatîk û demokratîk nîşan bidin.”