BDP: Bi vê sererastkirinê dê kî ji girtîgehê derbikeve?

BDP: Bi vê sererastkirinê dê kî ji girtîgehê derbikeve?

BDP’ê bal kişand ser guherîna qanûna der barê parastina bi zimanê dayikê û nûçeyên tahliyekirina 15 hezar  girtiyan û wiha got: “Ji vê sererastkirinên kî ji girtîgehê derdikeve. Parlmenter, rojnameger, parêzer an zarok? An jî yên ku ji 3’emîn Pakêta darazê?

 Cigirê Hevserokê Giştî yê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqa BDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê guherîna ‘Parastina Zimanê Dayikê’ de û rojeva ku 15 hezar girtî tên tahliyekirin de daxuyanî da.

Beştaş wiha got: “Piştî guherînên der barê Qanûna Guherînê şûnde lig elek weşanan de nûçeyên cuda û balkêş dreketin.  Ya herî balkêş jî tahliyekirina 15 hezar girtiyan bû. ev nûçeyê mijara gotinê, wekê efûyeke hikûmetê tê bi navkirin.

Beştaş da zanîn ku ew wekê BDP’ê ji bo ku pêşnûmeya qanûnê biguhere amûreke demokratîkbûnê dê hewl bidin.

Beştaş wiha got: “Em wekê Partiya Aşitî û Demokrasiyê ji dil dixwazin ku ev pêşnûme biguhere amûra demokratîkbûnê.  Ev bêhiqûqî û bê edeletiya ku mekanîzmaya  Tirkiyeyê afirandiye , ji bo ku ji holê rabe me gelek hewl da.  Hem li meclisê û hem jî li derve ji bo pêşnûme zêdetir baş be me gelek hewl da.  Lê dema em pêşnûmeyê lêkolîn dikin tu tiştekî ku ji tiştên em besh dikin re xizmetê nake.

Ev sererastkirina ku mafê parastina bi zimanê zikmakî bi pereyê ku dê girtî bide hatiye girêdan û vî mafî ne di alî hemû darizandinan de, bi awayekî sînorkirî hatiye kirin.  Ev sererastkirinek wisa dê çawa rast be.  Tê gotin ku ev ji bo pirsgirêkên heyî bê çareserkirin hatiye serastkirin. Lê dema ev tê lêkolînkirin di warê sûcê terorê de tiştekî rastkirinê tune. Lê wekê ku rayagiştî jî dizane girtiyên tê gotin girtiyên terorê ne, gelekên wan ji ber nasname û fikrên xwe tên girtin. Gelek kes ji berk u parêzerî kirine, ji ber ku xebatên sendîkal meşandine, nûçe çêkirine hatine girtin.  Gelo ev sererastkirina ku van girtiyan muaf digire û girtiyên  edlî berdide dê çawa bi edeletê bê girêdan.  Dîsa li girtîgehan zext tên meşandin. Li cihê bê maf mafê hevdîtinan tê astengkirin.”

Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de wihagot: “Ger dixwazin dawî li vê bê hiqûqiyê bînin divê divê pêşî dawî li esareta girtiyên ku ji ber nêrîna xwe hatine girtin bînin. Bi salane Hatîp Dîcle, Gulser Yildirim, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Selma Irmak û Îbrahîm Ayhan, şaredar Bekîr Kaya, rojnemeger, zarok, parêzer û zarok di girtîgehan de. Gelo dê ev guherî van girtiyan berdin an jî dê yên di 3’emîn Pakêta Darazêde hatin berdan, berdidin? Em ligel her titşî edaletê dixwazin.”